Gelek jinên kurd ji bajarên wekî Agirî, Mûş, Qers, Îdir û Wanê, bi qelen tên `firotin`. Êş û azara van jinên kurd bi dawî nabe. Jinên ku ji war û zimanê xwe hatine qutkirin, bi zilamên kal re hatine zewicandin. Naîme Ertan ku di 16 saliya xwe de ji gundê Erenlera bi ser navçeya Şuhut a Afyonê re hatiye “firotin” nêrînên xwe bi gotina, "Bedelê jiyana me ya hatiye dizîn kî dê bide" nerazîbûna xwe ya li hemberî vê rewşê anî ziman.
Trajediya jinên ji bo qelen (next) bi darê zorê tên zewicandin, gelek caran rastî tacîz û tecawizan tên bi dawî nabe. Gelek jinên kurd ên hêj di umrê zarokatiyê de li hemberî qelen didin zilamên pîr û kal. Ev jin bi taybet ji malbatên xizan, yên bajarên wekî Agirî, Mûş, Qers, Îdir û Wanê, ji malbatên li bajarên rojava re ji bo qelen tên ‘firotin’. Hin ji van niha li Afyonê dijîn. Yek ji van jinan Naîme Ertan ku ji Qersê ye û niha li gundê Erenlera bi ser navçeya Şuhut a Afyonê dijî. Ertan, 20 sal beriya niha di 16 saliya xwe de dane yekî ku 22 salan ji wê mezintir.
Ertan bi dilekî xemgîn nerazîbûna xwe tîne ziman û bi gotina, "30 jinên wekî min li vir hene. Malbata min gelek xizan bû. Dema ku ez 16 salî bûm, bavê min got, `Min tu bi yekî re zewicandî yî`. Min dengê xwe dernexist. Piştre li hev hatin. Rojekê ez li otobusê li kêleka yekî gelek kal siwar kirim. Min wê demê zanî ku hevserê min ew e. Jiyana min a li vir ji çîroka hatina min êş û ezabtir bû" îsyan dike.
HEBÛNA ME QEDEXE YE
Li ser mijarê Ertan, dibêje ku li gundê Erenlerê 30 jinên wekî wê ji aliyê gel ve wekî "Bûkên firotî" hatine binavkirin hene û wiha axivî: "Ez gelek ji malbata xwe hêrs dibim. Lewma ez ji bo firotinê gihandime. Em firotin kesên ku li vir tu jin pê razî nabin yên ker, lal, kor û alkolîk. Em ji bo pêkanîna hin pêdiviyên kesan hatine dinê. Em nikarin derkevin ber derî." Ertan ku niha dayika 3 zarokan e diyar kir ku ev 20 sal in 2 caran çûye cem malbata xwe û wiha pê de çû: "Em ji bo pere ji çand û zimanê me qedandin. Li vir jî li hemberî me cudakarî heye. Em dê bedela jiyana xwe ya hatiye dizîn ji kê bipirsin. Li vir ez nikarim bi zimanê xwe biaxivim û li min hatiye qedexekirin."
Jina bi navê Rahîme Oztaş ji ku li navçeya Şuhutê ya Afyonê rûdinê, got ku bi 4 xwîşkên xwe re ji bo pere hatine zewicandin. Oztaş, bi lêv kir ku 17 sal beriya niha bi kesek ku 16 sal ji wî mezintir re bi darê zorê hatiye zewicandin û piştre jî 3 xwîşkên wê jî anîne Şuhutê. Oztaş, wiha domand: "Me di serî de gelek zehmetî kişandin. Em rastî cudakariyê hatin. Ji ber ku me malbata xwe nedidît, em gelek xemgîn dibûn." Oztaş, ragihand ku 4 zarokên wê hene û ji ber wê zarok jî rastî cudakariyê tên û wiha pê de çû: "Ez gelek xemgîn im ku min nekariye ji çanda xwe tiştekî bidim qîza xwe. Ez hêj jî nikarim bi zelalî tirkî biaxivim, ji ber vê ez fedî dikim ji derve biaxivim."
JI BO QELEN ‘FIROTIN’
Belkiz Kinik, salek beriya niha ji Mûşê, dema ku diçû pola yekemîn ya lîseyî ji bo gelen bi yekî ku 18 sal ji wê mezintir re hatiye zewicandin. Kinik a 16 salî piştre anîne gundê Muratli ya bi ser navçeya Dînarê ya Afyonê. Kinik jî çîroka xwe wiha anî ziman: "Ez diçûm pola yekan ya lîseyê. Ji bo pere bê pirs û pisyar ez dam zewicandin. Ez neçar mam ku tevli vê jiyanê bibim. Li cem me malbatên ku xizan in, wekî mal li keçên xwe dinêrin. Ez nizanim ez ê li vir çawa îdare bikim."